Bangêz azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêde dibin

Parlamenterê HEDEP’ê Serhat Eren derbarê tecrîda li ser Rêber Apo de axivî û got:
Heya bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber APO ewê di nava çalakiyan de bin .
Her wiha Beşdarên konferansa DBP’ê û dayikên aştiyê jî diyar kirin ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye.

Li dijî tecrîda mutleq ya li li ser Rêber Abdullah Ocalan ji Bakur Kurdistanê bang bilind dibin .

Her wekî bertekên li dijî pêngava ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber Apo dewam dikin.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ji bo ku biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da.

Parlamenterê HEDEP’ê yê Amedê Serhed Eren tecrîda li Îmraliyê û serlêdana ku kir nirxand.

Serhat Eren; Emê her cure çalakî ji bo azadiya birêz Ocalan pêk bînin

Serhed Eren got :

“Ji bo dawî li rewşa neçareserkirinê bê û aştî li Tirkiyeyê pêk bê pêwîste birêz Abdullah Ocalan bibe muxatab.

Pêwîste ev bêhiqûqî bê bidawîkirin me serlêdana hevdîtinê kir.”

Eren derbarê bêdengiya wezareta Dadê de jî ev yek anî ziman :

”Bêdengî bi wê rastiyê dikare were vegotin ku ew bi temamî li derveyî hiqûqê ye.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan emê tenê bi serlêdanan ve sînordar nemînin û her cure çalakî pêkbînin .”

Dayikên Aştiyê: Heger tecrîd rabe dê aştî pêk were

Her wiha Beşdarên konferansa DBP’ê û Dayikên Aştiyê jî derbarê vê yekê axivîn .

Beşdaran û Dayikên Aştiyê diyar kirin ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye.

Her wekî banga rakirina tecrîda li dijî Rêber APO kirin.

“Bersiva herî mezin ji tecrîdê re pêkanîna fikrê Rêber Apo ye”

Back to top button