Çeteyên dewleta Tirk, ne tenê li Sûriyê, belê li Lîbyayê jî pabendî agirbestê nabin û îro vê sibê, şerekî dijwar navbera wan û Artêşa Niştimanî ya Lîbî li derdora Terablusa paytext rû da.
Li gorî Ketîbeya 134 a Piyadê, gelek komên çete yên li bajarê Zawiyê hatin armanckirin.
Yekîneya Razî ya Artêşê jî, heman tişt piştrast kir, ku wan êrîşeke çeteyên Ebû Obêda el-Zawî, efserine Tirk û çeteyên Sûrî li ser taxa Bû Selîm têk bir.
Di encamê de, panzereke Tirkî û erebeyek ji cureya BTR hatin teqandin û hemû kesên tê de hatin kuştin.
Duh jî, çavkaniyeke leşkerî teqez kir ku, serçeteyê bi navê Me’ez el-Şarif ê koma 166an û 3 çeteyên din li derdora paytextê hatin kuştin.
Berî vê jî, Artêşa Niştimanî kuştina jimarek efser û pisporên Tirk ragihandibû, ku parastina asmanî droneke Tirkî li Misratayê anî xwarê.



