Li Iraqê di 24 saetan de 65 kes bi Corona ketine û 4 jî mirine 

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku di nav 24 saetan de 65 kesên bi Coronayê ketine hatine tomarkirin, 4 jî jiyana xwe ji dest da û 18 nexweş jî baş bûne.


Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî daneyên dawî yên vîrusa Coronayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 65 kesên bi vîrusa Coronayê ketine hatine tomarkirin, her wiha 4 jî jiyana xwe ji dest dane û 18 jî baş bûne.

Li gor daneyên dawî li Iraqê heta niha 694 kes bi Koronayê ketine, ji wan 50 kesî jiyana xwe ji dest daye, 170 kes jî baş bûne.

Back to top button