Sarah Glynn: Di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola Ocalan sereke ye

Akademîsyena Brîtanî Sarah Glynn têkildarî pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd a sîyasî got pêngav îlhamê dide mirovan, lewma divê her kes xwe wek parçeyekî vê pêngavê bibîne.

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ 10’ê Cotmehê li Strasbourgê ji aliyê Platforma Çareseriya Pirsgirêka Kurd ve bi daxuyaniyekê li 74 navendên cîhanê hatibû ragihandin.

Têkildarî pêngavê , nivîskar û mîmara ji Brîanî Sarah Glynn ku yek ji beşdarên pêngavê ye, axivî.

Sarah Glynn((sara glayn) diyar kir ku pêngav ji bo her kesî pir girîng e û wiha got:

“Di lêgerîna çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê li Tirkiyeyê de, rola Ocalan sereke ye.

Ev daxuyaniya çapemeniyê ya navneteweyî bû mînaka piştgiriya berfireh a ji bo Ocalan û fikrên wî.

Di heman demê de girîngiya ramanên wî jî derdixe ber çavan ku hêviyê dide mirovan.

Krîza cîhanê her ku diçe kûrtir dibe, mirov zêdetir girîngiya paradîgmaya Abdullah Ocalan di îmkana ramaneke cuda û birêxistinkirina civakan de derdixe holê.”

Sarah Glynn tevlêbûna pêngavê û çalakî wek “hêvî” nirxand û wiha got:

“Ji gelek kom û welatên cuda beşdarî vê pêngavê bûne.

Ev tevlêbûn û çalakî hêvî dide mirovan.”

Sarah Glynn: Piştgiriya li dijî astengiyan zêde bû

Sarah nêzîkatiya rayedarên Fransî ya li hemberî van çalakiyan wek mînak nîşan da û wiha got:

“Piştî ku rayedarên Fransî biryar da ku herî dawî çalakiyên me yên li derveyî Konseya Ewropayê qedexe bikin, parlamenteran yekser li avahiya lijneyê axaftinên piştgiriyê kirin.

Vê jî nîşan da ka piştgiriya vê pêngavê çi qas xurt e.”

Sarah Glynn: Em ê ji Îmrlaiyê re nameyan bişînin

Sarah Glynn têkildarî çalakiyên di çarçoveya pêngavê yên demên pêş de, wiha axivî:

“Pêngav demdirêj e. Piştî daxuyaniyên çapemeniya navneteweyî, daxuyaniyên nivîskî yên sazî û kesan hatin weşandin.

Ji aliyê rêxistinên tevgera Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê ve jî daxuyanî hatin dayîn.

Di qonaxa pêş de em ê kartpostalên ji bo tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji zindana Îmraliyê û ji heyetê re bişînin.

Planên konferans û çalakiyên demdirêj hene. Em ê li welatên cuda projeyên xwe bidomînin.”

Pisporên ji Misrê piştgîrî da pêngava ji bo Rêber Apo

Back to top button