Binpêkirina mafê rojnemevana li Başûrê Kurdistanê

Rojnamevanên Başûr û Rojavayê Kurdistanê banga berdana Rojnamevan Silêman Ehmed kirin û gotin: ”Divê li gorî yasayên rojnamevanan nêzîkatî ji Silêman ehmed re were kirin.”

Ev 14 rojin agahî ji Rojnemevan Silêman Ehmed yê ku ji aliyê PDK’ê ve hate revandin nayê girtin.

Rojnemevan jî derbarê girtina hevkarê xwe Silêman Ehmed de gumanên xwe anîn ziman..

Rojnamevan Evîn Îbrahîm: Em ê li ser xeta Silêman Ehmed xebatên xwe bidomînin

Endema Desteya Rêveber a Yekîtiya Ragihandina Azad-YRA′yê Evîn Îbrahîm derbarê mijar de axivî û got:

” Revandina rojnamevan Silêman Ehmed beşek ji siyasetên bêdengkirinaPDK′ê ye.

Evîn destnîşan kir ku weke rojnamevan dê li ser xeta silêman Ehmed xebatên xwe bidomînin .

“Li Başûrê Kurdistanê mafê rojnamevanan di xeteriyê de ye”

Yek ji Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê Hawkar Rendîxanî jî derbarê heman mijarê de da zanîn ku ew weke rojnamevan li beramberî desthilata Başûr bi fikarin û bê bawerin .

Rojnamevanê başürê kurdistan Karwan Nazim jî anî ziman ku li Başûrê kurdistan binpêkirina mafên rojnamevanan dikeve qonaxeke hestiyar.

Rojnamevan Şivan Herkî: Divê demildest Silêman Ehmed bê berdan

Rojnamevan Şivan Herkî ji derbarê girtina rojnamevanan de ev nirxandin kir:

” Ez li dijî vê yekê me ku rojnamevan li ser xebatên xwe werin girtin.

Dikarin li hemberî rojnamevanan rêkarên yasayî werin pêkanîn. ”

Şivan Herkî di dawiyê de destnîşan kir ku divê di zûtirîn dem de rojnamevan Silêman Ehmed bê berdan .

Rojnemevanên Heleb û Şehbayê banga berdana Silêman Ehmed kirin

Back to top button