Rojnameger û xebatkarên çapemeniyê yên Heleb û Şehbayê têkildarî revandina edîtorê Ajansa Roj News Silêman Ehmed ji aliyê PDK ê ve daxuyaniyek dan û banga serbestberdana wî kirin.
Daxuyaniya Rojnemevanan wiha ye:
” Bi navê rojnamevan û xebatkarên ragihandinê ên Helebê û Şehba, em bi tundî revandina hevalê me rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK ê ve şermezar dikin.
Em vê dozê wek metirsiyek li ser azadiya rojnamevaniya kurd li Başûrê Kurdistanê û binpêkirina gelek destûr û yasayan dibînin.
Standardên navdewletî yên ji bo parastina rojnamevanan ku madeya 19 ya wê dibêje:
” Herkes mafê azadiya raman heye, û ev maf azadiya ramanê bê destwerdan, û lêgerîn, wergirtin û belavkirina agahdarî û ramanan bi her awayî, bêyî berçavgirtina sînoran, dihewîne.”
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku PDK ê ji rewşa Rojnemevan Silêman Ehmed re berpirse û rojnamevanan daxwaza berdana wî kirin.
Rojnemevanan di dawiyê de teqez kirin ku ewê heya dawî ji bo xwedîderketina li gotina rastiyê dudilî nebin.
https://www.youtube.com/watch?v=Dp1-G_p9mT0&feature=youtu.be



