Şîndar Akinci: Yên têne darizandin û yên didin darizandin weke hev in

Hevseroka HEDEP’ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci diyar kir ku sedema zêdebûna bûyerên destavêtin, destdirêjî û fûhûşê ya li Mêrdînê, konsepta şerê taybet e û got: Em li hemberî vê konsepta şerê taybet a li ser bedena jinê tê meşandin bêdeng nemînin.

Li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker bi rêka memûr, leşker, polîs û cerdevana jinên ciwan dixe û da ku wan bike sîxur.

Taybet jî ev polîsên ku destdirêjê keçên kurdan dike, nayên darizandin berova jî bi navê wetanperwerî tên xelat kirin û berdan.

Li navçeya Nîsebînê ya mêrdînê çawişê pispor Eyup K. yê ku li Nisêbînê bi bahaneya pirsîna navnîşanê destdirêjî li zarokan kir di doza darizandinê de biryara berdana wî hate dayin.

Hevseroka HEDEP’ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci diyar kir ku piştî pêvajoya xwerêveberiyê bûyerên destavêtin, destdirêjî û fûhûşê di çarçoveya konsepta şerê taybet de li herêmê zêde bûne.

Hevserok Şîndar Akinci derbarê mijarê de got, dema ku biryar hate dayin ku çawişê pispor ê sûcdar bê berdan qala dilsoziya wî ya bi welat û pîşeyê wî yê leşkeriyê hate kirin, ku ev yek nîşan dide yê tê darizandin û yê dide darizandin weke hev in.

Şîndar bi bîr xist ku dema sûcdar bizane ku wê ceza lê neyê birîn , wê were xelatkirin û bê berdan helbet wê ev bûyer rojane rû bidin .

Hevseroka HEDEP’ê diyar kir ku êrîş du alî ne; hem li hemberî bedena jinê têne kirin hem jî li dijî çand û nasnameya wî ya kurdî tên e kirin.

Şîndar Akinci herî dawî destnîşan kir, ku ew ê li hemberî vê konsepta şerê taybet bêdeng nemînin.

Ji Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê Ciwan Ortaçjî bedek nîşanî berdanê çawişê destdirêjkar da û got:

“Em vê biryara berdana çawişê pispor li dijî hiqûqê dibînin. Dema faîl dibin leşker û polîs gelek caran biryarên wiha bêhiqûqî tên dayîn.

Helwesta dadgehê li hemberî kesên bi unîforma diguhere. Em ê li dijî vê sûcê bêdeng nemînin.”

Back to top button