Dewleta Tirk gundekî Ranyayê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker ku bi piştgiriya PDK’ê êrişên xwe didomîne û dagirkeriya xwe berfireh dike careke din êrişî sivîlan kir.
Li bajarê Ranyayê balafirek bê mirov û bi çek ya Tirkiyê devereke ku sivîl lê bûn bombebaran kir.
Di êrişe de 3 welatî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişî başûrê Kurdistanê dike û hewl dide dagirkeriya xwe berfireh bike.

Van êrişan jî raste rast bi piştgiriya PDK’ê pêk tîne. Her carê jî mirovên sivîl dibin hedefa van êrişan.

Heta niha bi dehan sivîl, ku piraniya wan jin û zarok in di van êrişan de şehîd û birîndar bûne.

Dewleta Iraqê li dijî van êrişan helwesteke cidî nîşan nade, PDK jî her carê van êrişên Tirkiyê ên li dijî Kurd rewa dike.

Dewleta Tirk îro careke din li dijî sivîlan êriş pêk anî.

Di saetên nîvrojê de balafirek bê mirov ya çek hilgir ya dewleta Tirk a dagirker gundê Boskênî ya ser bi bajarokê Ranyayê bombebaran kir.

Di êrişa li ser gundê Boskênî de 3 welatî birîndar bûn

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê di encama êrişê de 3 welatî birîndar bûn.

Rêveberê bajarokê gundê Boskênî Serhed Resûl derbarê êrişê de axivî û got;

“Danê nîvro dewleta Tirk bi balafira bê mirov navenda gund bombebarankir û di encamê de 3 kes birîndar bûn.”

Cihê hatî bombebaran kir li nêzî dikan û malên welatiyane. Li gorî aghiyan ji 3 kesên birîndar bûne du ji wan karkerin.

Di encama êrişê de malên gund ziyan dîtin, pencere û deriyên malan şikestin.

Rêveberê Tenduristiya Giştî ya Ranyayê Ferman Ehmed jî got ku heya niha du birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Back to top button