Moro Hisên: Li gorî derfetan bersiv ji pêwîstiyan re tê dayîn

Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê rabû, bandor li Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê jî kir.
Cîgirê Kar û Barê Civakî Moro Hisên ji bo vê yekê got:
“Ji bo ewlehiyê an jî erdhejeke din divê gelê me berê xwe bide konê navendî.”

Rêveberiya Xweser , Kar û Barê civakî û Heyva Sor a Kurd bi hemû derfetên xwe ji bo alîkariya gel bêyî navber xebitîn.

Konê parastinê ji bo gel vegirtin.

Destwerdanên lezgîn destpêkirin.

Şaredariya Kobanê jî ji bo ewlehiya gel, malên xirab hilweşandin.

Cîgirê Kar û Barê Civakî Moro Hisên derbarê vê yekê axivî..

Moro Hisên diyar kir ku erdheja li Bakurê Kurdistanê rabûye, bandora xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kiriye.

Ji bo parastin û ewlehiya gel gelek konên navendî hatine vedan.

22 kon li taxan hatine vedan.

Eger careke din erdhej rabibe bila gel berê xwe bide wan.”

Moro anî ziman ku li gorî derfetên heyî kon tê birêxistinkirin.

Back to top button