Li bajarê Meletê bi pileya 4,9 erdhej çêbû

Doh li bajarê Meletî bi pileya 4,9 erdhej rûda
Heta amadekirina vê nûçeyê li gor rayedarên Tirkî jimara qurbaniyan gihîşt 39 hezarî.
Dewleta tirk lêgerîna rizgarkirina kesên di bin kavilan de rawestandiye û nahêle HDP ji mexdûrên erdhejê re alîkar be

Li ser erdheja Bakurê Kurdistan re 12 roj derbas bû.

Doh careke din bi pileya 4,9 li bajarê Meletî erdhej çêbû.

Li gor rayedarên Tirkiyê navenda erdhejê navçeya Wêranşar a Meletiyê ye û saet di 17.45’an de, 7 kîlometre di binî erdê de çêbûye.

Jimara qurbaniyên erdhejê gîhîşt 39 hezarî

Ji aliyeke din bîlançoya erdheja 6’ê Sibatê de ku navenda wî navçeya Bazarcix a Mereşê bû jî girantir dibe.

Heta amadekirina vê nûçeyê li gor rayedarên Tirkî jimara qurbaniyan gihîşt 39 hezarî.

Li Lîwa Îskenderûn zarokek piştî 260 saetan sax hate rizgarkirin

Li bajarê Lîwa Îskenderûnê jî piştî 260 saetan zarokek 12 salî yê bi navê Osman di bin kavilan de sax hate derxistin.

Lê li bajarê Mereş, Semsûr, Dîlok û Amedê dewleta tirk karê lêgerîn û rizgarkirina kesên di bin kavilan de maye rawestandiye.

Tevî ku 12 roj di ser erdhejê re derbas bûne jî bi deh hezaran mirov hînê di binê kavilan de mane.

Li herêma ku dewlet ji nedîtî ve tê, di serî de HDP alîkariya rêxistinên civakî yên sivîl a bi gel re dewam dike.

Dewleta Tirk li 10 bajarên ku ne xema wê ye, bi kepçeyan dest bi rakirina kavilên erdhejê kiriye.

Saîd dede ji sedî 80’ê bajarê Semsûrê hilweşiya ye

Parlamenterê HDP’ê Saît Dede ku roja ewil heta niha li bjarê Semsûrê ye, k ragihand, ku rewşa li Semsûrê gelekî metirsîdar û giran e û got, ji sedî 80 ê bajêr hilweşiya ye.

Pewrîn Buldan: Bi qeyûman nikarin me rawestînin

Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê a li navçeya Bazarcix a Mereşê ku ji bo piştgiriya gel hatibû avakirin 15’ê sibatê dewleta Tirk qeyûm danî ser.

Hevseroka HDP’ê Perwîn Buldan tevî şandeya pêra doh serdana navçeya Bazarcixê kir.

Buldan li vir serdana mexdûrên erdhekê kir û peyama em bi were ne da û got:

“Buldan diyar kir ku feraseta qeyûman li her derê belav bûye.

Ev ji bo Tirkiyeyê tabloya şermê ye. Ev astengkirina piştevanî û yekitiyê ye.

Çi dikin bila bikin şert û merc çi bibin bila bibin em ê alîkariyê bigihînin gelê xwe.”

Back to top button