Jeffrey li pey Rûsya diçe Tirkiyê

Nûnerê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey ji bo mijara Idilb û Bakur û Rojhilatê Sûrî berê xwe da Tirkiyê..

Ev yek jî piştî gûrbûna şerê li Idlibê û têkçûna danûstandinên Rûsya û Tirkiyê pêk tê..

Lê di nava van geşedanên siyasî de, Rêjîma Sûrî nêzîkî bidestxistina riya M5 a navdewletî dibe.

Piştî Rûsya, James Jeffrey jî berê xwe dide Tirkiyê.

Mijar jî, pêşketina hêzên Rêjîm û Rûsyayê li Idlibê ye.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku, nûnerê wan ê ji bo Sûriyê û Koalîsyona navdewletî wê biçe Tirkiyê û rewş Idlibê nîqaş bike.

Li gorî wezaretê, wê Jeffrey piştî Tirkiyê, biçe Almaniya û hindek welatên Rojhilata Navîn.

Bi qasî di naveroka daxuyaniya wezareta Amerîkî hatiye gotin, wê mijarên pêşketina Rêjîmê ya bi desteka Rûsyayê, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî, biryara Konseya Ewlekariyê 2254 û xebatên Koalîsyonê li dijî DAIŞ’ê werin nîqaşkirin.

Tevgera yekem a Amerîka ji bo rewşa Idlibê, piştî binketina danûstandinên Tirkiyê û Rûsyayê, pêk tê.

Nexasim herî dawî şerekî rasterast di navbera Tirkiyê û Rêjîma Sûrî de rû dabû û leşker ji hev kuştibûn..

Li ser erdê û ya herî girîng jî, çend herêm mane û Rêjîm destê xwe datîne ser riya M5 a navdewletî..

Putîn ne amade ye Erdogan bibîne”

Di vê navberê de, Qesra Serokatiya Rûsyayê got “Ti plansazî ji bo hevdîtina Erdogan û Putîn tine ye”

Li gorî çavdêran ” Diyar e heta Rûsya pêşketineke mezin li Idlibê bi dest nexe û êrîşên berfireh li dijî komên terorîst pêk neyîne, Putin ne amade ye li gel Erdogan bicive”

Ev yek di demekê de tê ku, Tirkiyê êrîşa li dijî hêzên Rêjîmê bi fermî ragihandiye û bi qasî 6 hezar leşkerên xwe di nava axa Sûrî de bi cih kiriye.

Gelo ev çirava ku Tirkiyê tê werbûye, çiqas Rûsya û Îran kêfxweş dike û çiqasî Amerîkayê aciz dike??

Back to top button