Li Misirê di operasyoneke ewlehiyê de 17 terorîst hatin kuştin

Şevê din li bajarê Erîşa yê Misrê di operasyoneke ewlehiyê de 17 çete hatin kuştin.

Operasyon li ser avahiyeke taxa El Zihûr li bajarê Erîşa yê Bakurî Sînaa pêk hat.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku piştî cihê çeteyan hat tespîtkiin, hêzên Antî-teror cih dorpêç kirin û heta serê vê sibehê şerekî dijwar di navbera wan de rû da.

Di encamê de 17 çete hatin kuştin û miqdarek çekên cûr bi cûr ji aliyê hêzên ewlehiya Misrî ve hatin bidestxistin.

Berî niha bi du rojan li Bakurê Sîna ya Misrê, di encama êrîşeke çekdarî de, 2 efserên Misrî û 10 çekdar hatin kuştin

Back to top button