Beriya çend saetan civîna salane ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.
Civîn li hola civînana Meclisa Rêveber a li bajarê Reqayê tê lidarxistin.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, cîgirên hevserokatiya Meclisa Rêveber û hevserokatiyên meclisên rêveber ên heft kantonan beşdarî civînê bûne.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.
Di civînê de rapora rewşa siyasî ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman ve hat xwendin.
Piştre rapora xebat û çalakiyên meclisê yên sala 2023’yan hate xwendin û rewşa rêxistinî û îdarî ya rêveberiyê hate nirxandin.
Civîn wê bi dayîna plansaziya sala 2024’an bi dawî bibe.