Dûran Kalkan ji Medya Haberê re axivî

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir çalakiya fedayî ya Sara û Rûken ku li Mersînê pêk anîn divê herkes girîngiya wê rast fêhm bike û encamên wê jî baş binirxîne.
Kalkan derbarê serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de jî got, “Jinan porê xwe kirin ala azadiyê. Sedsala 21’ê wê bi rastî jî bibe sedsala jinê.
Şoreşa li Îranê bi pêşengiya jinan dikare bibe şoreşa azadiyê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan li ser Komploya 9’ê Cotmehê, tecrîda li ser Rêber Apo, serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û çalakiya fedaî ya gerîlayên jin ya li Mersînê bersiv da pirsên Medya Haber TV.

Dûran Kalkan: Têkoşîna li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê erka her kesî ye

Dûran Kalkan di destpêka axaftina xwe de berxwedana li Îmraliyê, Rêber Apo silav kir û bi bîr xist ku li Îmraliyê êşkenceya tecrîdê, sîstema qirkirinê dewam dike.

Kalkan destnîşan kir têkoşîna li dijî sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê têkoşîna her kesî ye.

Dûran Kalkan: Komploya 9’ê Cotmehê ji bo tunerkirina Rêber Apo bû

Têkildarî salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an jî Duran Kalkan axivî û komplo weke êrîşeke plankirî ya ji bo tunekirina Rêber Apo pênase kir.

Kalkan bi bîr xist ku Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd berê xwe da Ewropayê û wiha got:

“Lê belê Ewropayê çi kir? Rêya Îmraliyê nîşan da, dersînor kir.

Di serî de Elmanya û Fransa, ew weke kesê nayê xwestin ragihandin.

Piştre jî ji bo Tirkiyê li gorî dilê xwe bi xwe ve girê bidin, di sala 1999’an de radestî Tirkiyê kirin.”

Dûran Kalkan:YE, Amerîkayê sûc kirin divê xwe ji vî sûcî rizgar bikin

Kalkan Yekitiya Ewropayê û Emerîkayê weke berpirsiyarên komploya li ser Rêber Apo destnîşan kir û bang li wan kir ku ji ber neheqiya li Kurdan kirine, bi wijdan tevbigerin, nirxandina demokratîk û hiqûqî bikin û ji xwe vê rewşa sûc rizgar bikin.

Dûran Kalkan: Şoreşa li Îranê bi pêşengiya jinan dikare bibe şoreşa azadiyê

Yek ji mijarên ku Dûran Kalkan nirxand, serhildana jin û gelan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû.

Kalkan ewil di şexsê Jîna Emînî de şehîdên azadiya jinê hemû bi bîr anî û ev tişt got:

“Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşan da ku li Îranê, li tevahiya cîhanê pêwîstî bi çi heye.

Berxwedana jinê li çar aliyên cîhanê belav bû.

Xeta azadiya jinê li ser rêya xwe dewam dike, wê Îranê, Rojhilata Navîn azad bike, pirsgirêka Kurd çareser bike, bi azadiya jinê cîhaneke nû ava bike

Jinan porê xwe kirin ala azadiyê. Şoreşa li Îranê bi pêşengiya jinan dikare bibe şoreşa azadiyê.”

Dûran Kalkan: Divê her kes li hember çalakiya Mêrsinê rexnedayîna xwe bide

Her wiha Dûran Kalkan li ser çalakiya fedaî ya li Mersînê jî ev nirxandin kir:

“Divê çalakiya li Mersînê rast bê fêhmkirin.

Hem cihê vê çalakiyê di nava şerê giştî de hem jî bandora vê çalakiyê li ser şer divê baş bê nirxandin.

Rêveberiya Tirkiyê got, ‘kes nema ye, em kontrol dikin û hwd.’ lê belê ev çalakî ji vê gelekî wêdetir e.”

Kalkan diyar kir serhildana li Îranê çawa ku her tişt hejand, çalakiya Mersînê jî her tişt hejand û got:

“Sara û Ruken bi çalakiya xwe bûn bersiv ji sala 25’an a komployê re

Wan nîşanî her kesî dan ku divê têkoşîn çawa bê dayin.

Divê her kes li çalakiya Mersînê binere û li gorî vê yekê rexnedayina xwe bide”

Back to top button