Lîbya..Tevgera 23 Tebaxê bang li welatiyan dike ku dakevin kolanan

Ji ber gefên çeteyên Wîfaqê xwepêşandanên li paytexta Lîbya Terablusê hatin bipaşxistin.
Li gorî hin çavkaniyên Lîbî jî, li paytexta Fasê Ribatê, amadekariyên pêşwazîkirina danûstandinên aliyên Lîbî tên kirin.
Yekîtiya Ewrûpayê jî, ji bo pêkanîna danûstandinên Lîbî li Cinêvê, di nav hewldanan de ye.

Tevgera 23’ê Tebaxê ya li Lîbyayê ku pêşengtiya xwepêşandanên li dijî hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî dike, teqezî li ser berdewamiya xwepêşandanan kir û bang li welatiyan kir ku dakevin kolanan.

Tevgerê bi daxuyaniyekê, girtina xwepêşanderan şermezar kir û banga serbestberdana wan kir.

Xwepêşandanên li Terablusa paytext, duh ji ber gefa bikaranîna çekan ji aliyê çeteyên Wîfaqê ve, ji bo sibe hatin bipaşxistin.

Di heman demê de, xwepêşandan li bajarên Sebha û Mislata hatin lidarxistin.

Xwepêşandanên li dijî hikumeta Wîfaqê ji 23’ê Tebaxê ve li Terablus û gelek bajarên din ên Lîbî, ji ber têkçûna aboriya welêt û nebûna xizmetguzariyên sereke, tên lidarxistin.

Aliyên Lîbî li Ribatê danûstaninan dikin

Li aliyekî din û li gorî hin çavkaniyan, danûstandinên Lîbî-Lîbî, dê li paytexta Fasê Ribatê, pêk werin.

Li gorî agahiyan, ev danûstandin dê li ser asta pisporan werin kirin.

Di heman demê de, tê payîn ku hefteya bê, danûstandinên Lîbî li Cinêvê dest pê bikin.

Ji bo pêkhatina civînên Cinêvê jî, di çend rojên borî de, nûnerê siyaseta derve ya YE José Borrell gelek hevdîtin pêk anîn.

Piştî ragihandina agirbesteke yekalî ji aliyê Wîfaqê ve, Borrell li Terablusê, bi Serac û endamên hikumeta wî re civiya, piştre bi serokê Parlemanê Uqeyle Salih re jî civiya.

José Borrell teqez kir ku YE piştgiriya peymana Berlînê û hemû hewldanên rawestandina şer dike, di nav de jî qedexeya şandina çekan bo Lîbyayê.

Çarşema borî, Konseya Ewlekariya ya navdewletî, civîneke taybet ji bo Lîbyayê li dar xist, tê de nûnera NY bo Lîbyaê Stephani williams teqez kir ku binpêkirina qedexeya derbaskirina çekan bo Lîbyayê, berdewam e.

Back to top button