Bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî tên li darxistin. Li gelek deverên herêma Cizîrê îro jin li qadan bûn. Li Hesekê jinan meşek girseyî li darxist û banga azadiya rêber Apo hat kirin. Li bajarê Qamişlo jî li ser navê Hevrîn Xelef şitilgehek hate vekirin.
Bi boneya pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 23’ê Sibatê ve dest bi çalakiyan kirine û vê rojê pîroz dikin.
Îro bi hezaran jin li bajarê Hesekê daketin qadan û 8’ê Adarê pîroz kirin.
Jinan di meşê banga azadiya fîzîkî ya rêber APO kir û soza berdewamkirina rêya şehîdan dan.
Kongra Star jî serdana bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên têketin û derketina Hesekê kir û ev roj li wan pîroz kir.
Derbarê mijarê de rêvebera Mala Jinê Şukriya Hisên wiha axivî:
Li Qamişlo jî bi heman armancê şitilgehek li ser navê Şehîd Hevrîn Xelef hat vekirin û dê nêzî 12 hezar dar lê werin çandin.
Derbarê vekirina şitilgehê de dayika şehîd Hevrîn Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û wiha anî ziman:
Her wiha Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê û bîranîna Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo pêşengehek wêneyan lidarxist.
Di pêşengehê de wêneyên ku balê dikşîne ser kar û keda jinê hatin nîşandan.
Li navçeya Til Temirê jî beşê jin ya Şaredariya Gel çerxereya navçeyê bi alên cuda xemiland.