Zelensky: Divê qada hewayî ya Ûkrayna li firînê bê girtin

Ji bo dawî anîna êrişên Rûsya li dijî Ûkrayna, tevgerek zêde ya dîplomasiyê heye. Serokomarê Ûkrayna Zelensky di axaftina xwe ya li gel Serokê DYA Biden de jê west ku careke din qada hewayî ya Ûkrayna li firînê bê girtin. Her wiha Zelensky bang li welatiyên Rûsya kir ku ji bo dawî li şer were, dakevin qadan. Koşka Kremlînê got, Ji bo şer dawî bibe, divê Kîev daxwazên Moskow pêk bîne. Serokwezîrê Îsraîlê Bennett jî di nava rojekê de, 3 caran bi Zelensky re axivî.

Di demekê ku şerê li Ûkrayan gur dibe de, Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy daxuyaniyên nû da.

Zelenskiy diyar kir ku ew bi Serokê DYA Joe Biden re peywendiyek telefonî pêk aniye û wiha got:

“Ez bi Serokê DYA yê Joe Biden re axivîm.

Wî ji min re got ku li dijî Rûsyayê cezayên nû amade dikin.”

Zelensky daxwaza xwe ya girtina qada hewayî ya Ûkraynayê dubare kir û got,

“Bi rastî çareseriya pirsgirêkê hêsan e.

Di demekê ku îradeya we heyî de bila qada hewayî ya Ûkrayna ji bo ewlekariyê bê girtin.”

Zelensy bang li gelê Rûsya kir “bêdeng nemînin”

Zelensky ji bo dawî anîna şer ev bang li gelê Rûsya kir.

“Ez bang li gelê Rûsyayê dikim, ev dema wê ye ku hîna pêkane, beriya ku ya herî xerab pêk were dikare dawî lê were anîn.

Bêdeng nemînin.”

Kremlîn: Heta daxwaza Moskow pêk neyê êriş wê dewam bike

Kremlînê piştî pêwendiya telefonî ya Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin daxuyanî da û got,

“Rawestandina operasyonan tenê bi wê yekê ve girêdayî ye ku Kîev daxwazên Rûsyayê pêk bîne.”

Kremlînê careke din anî ziman ku ew ji dansûstandin re amade ne.

Li aliyekî din ji bo dawî anîna şer Îsraîl jî ketiye nava tevgerê.

Bennett ji bo dawî anîna şer di rojekê de 3 caran li gel Zelensky axivî

Buroya Serokwezîrê Îsraîlê bi daxuyaniyekê diyarkir ku Naftali Bennett îro serê sibê bi telefonê bi Zelenskiy re axivî.

Hevdîtin wekî sêyemîn pêwendiya têlefonê ya Bennett bi Zelenskiy ya di 24 saetên dawî de pêk hat.

Serokwezîrê Îsraîlê Bennett duh bi serdaneke ji nişka ve çû Moskow û Berlînê.

Armanca sereke ya serdanê navbeynkariya Rûsya û Ûkraynayê bû.

Bennett li Moskowê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re û paşê jî li Berlînê bi serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re hevdîtin pêk anî.

Piştî hevdîtina 3 saetan a bi Putin re, Bennett bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re bi telefonê axivî.

Lê tevî hemû danûstandinên heyî, şerê li welat qet ranewestiyaye.

 

Back to top button