Enwer El-Muşrif:Eeger hemû gelê Sûriyê beşdar nebe, komîteya destûrî biser nakeve

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El-Muşrif anî ziman ku komîteya destûra Sûrî nûnertiya gelê Sûriyê nake, lewma diyar bû ku wê bê encam be.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer El-Muşrêf têkilarî xebatên Komîteya Destûrî ya Sûrî ji ajansa Hewarê axivî.

Enwer El-Muşrêf bi bîr xist ku yek ji bendê biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2254’an ew ku hemû pêkhate beşdarî Komîyeyê bibin, lê nûnerê 5 milyon kesî hatiye paşguhkirin, lewma avakirin vê komîteyê li dijî biryara Meclisa Ewlehiyê ye.

El-Muşrêf berxwedana QSD’ê ya weke hêzêke niştîmanî ji bo parastina yekîtiya Sûriyê û gelê wê dest nîşan kir û wiha got:

Divê komîteya destûra Sûrî nûnertiya tevahiya gelê wê bike, yan wê çarenûsa wê binketin be.

El-Muşrêf careke din teqez kir ku eger beşdar nebin, encam derkevin jî wê qebûl nekin.

Enwer El-Muşrif:
Çareseriya aloziya Sûriyê bi nenavendîbûn û pir rengiyê pêkan e

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer El-Muşrif careke din ji bo çareseriya aloziya Sûrî sistema rêveberiyê destnîşan kir û ev weke rêya herî gûncaw nîşan da.

Ji aliyê din ve Endamê desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku ji bo biserketina xebatên Komîteya Destûrî, divê gelê Sûrî bi giştî cihê xwe tê de bigirin û bêyî vê yekê Komîteya Destûrî bi ser nakeve.

Leave a Reply

Back to top button