Tenduristiya Îranê: Li Îranê her 10 deqeyan kesek bi vîrûsê dimire

Li Îranê ji ber vîrûsa coronayê her 10 deqeyan kesek dimire, û vîrûs li parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê jî hat tomarkirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Dr. Kiyanûş Cihanpûr li ser hesabê xwe yê twitterê eşkere kir ku li Îranê her 10 deqeyan kesek jiyana xwe ji dest dide û di nava saetekê de jî herî kêm 50 kes pê dikevin.

Cîhanpûr welatî hişyar kirin ku serdana hev nekin û di betlaneyê de li malên xwe bimînin.

Li Îranê ji ber Vîrûsa Corona duh hezar û 135 kesan jiyana xwe ji dest daye. 17 hezar û 361 kes jî pê ketîbûn.

Her wiha 5 hezar û 710 kesên sax bûne û vegeriyane malên xwe.

Yekem rewşa Corona li Dihokê hat tomarkirin

Ji aliyê xwe ve Wezareta Tendurisiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku li Dihokê kesek bi vîrûsa koronayê ketiye.

Wezaretê diyar kir ku kesê bi vîrûsê ketî zilamekî 50 salî ye û ji Almanya vegeriyaye.

Li Herêma Başûrê Kurdistanê heta niha bi giştî 40 kes bi vîrûsa Corona ketine, kesek miriye. Her wiha 13 jî rehet bûne.

Back to top button