
Îro jî şêniyên gundên Şerayê bi dengên topan û bi êrişên Tirkiyê dest bi rojê kirin.
Se’etên sibehê dîsa gundên wê hatin topbarankirin.
Gundên ku hatin topbarankirin, Malikiyê û Şiwarxa bûn.
Ev gund ên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî ne.
Ne tenê îro, êriş demek e dirêj e li ser herêmê tên kirin.
Tevî gundên Efrîn û Şehbayê, yên Eyn Îsa û Til Temirê jî rojane tên topbarankirin.
Di van êrişan de, heta niha gelek sivîl bûne qurban û birîndar bûne.
Duh jî se’etên êvarî gundê Hoşan û rêya M4 hatin armanckirin.