Şêniyên Minbicê: Em dev ji ax û malên xwe bernadin

Dewleta Tirk a dagirker rojane gundewarê kantona Minbicê yên tijî şênî topbaran dike.
Gundî jî bi biryardar in ku dev ji axa xwe bernedin ruxmî ku di nav şert û mercên dijwar de dijîn.

Welatiyê bi navê Ehmed El Ehmed ê ji gundê Werîde El Merkez anî ziman ku ji ber toparana dagirkeriya Tirk tu kes nikare derkeve û pêdiviyên jiyana xwe bîne û got:

“Ger em bixwazin axa xwe rizgar bikin û ewlehiyê lê vegerînin, divê em bibin yek.”

Her wiha Ehmed El Ehmed destnîşan kir ku ew ji malên xwe dernakevin û nahêlin dagirker planên xwe pêk bînin.

Welatiyê bi navê Osman El Ehmed ê ji gundê Seyade jî da zanîn ku topbaran bandorê li dibistan û xwendina zarokan dike û ev tişt got:

“Dagirker dema gundî di nav zeviyan de dixebitin yan jî dema zarok diçin dibistanê topan bi serê wan de dibarînin, ji ber wê jî şênî bi tirs in.

Li gorî beriya topbaranê, niha tenê nîvê zarokan diçin dibistanê.”

Osman El Ehmed di dawiyê de anî ziman ku ew dev ji ax û malên xwe bernadin û gotin wê heta dawiyê li ser axa xwe bin.

Back to top button