Tevî hemû êrişên dijwar ên li dijî gerîla, Tirkiyeya dagirker careke din çekên Kîmyewî bi kar tîne.
Çalakvanên Rêxistinên Qedexekirina Çekên Kîmyewî, dibêjin,
“Kurdan nekarîn bi rêya dosyên enfal û kimyabarana Helebçeyê li ser asta navdewletî pêşî li van komkujiyên li ser Kurdan bigrin.
Çalakvan Elî Siyasî ku ji bo nasandina komkujiyên enfal û kimyabaranên li Başûrê Kurdistanê dixebite, anî ziman bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve, sûc e û karekî metirsîdar e.
Li ser heman mijarê çalakvan Faris Hisên dibêje:
“Desthilata Kurdî li şuna ku ev hemû tawanên li ser gelê Kurd hatine kirin wek komkujî bide nasandin, berovajî tevdigere û paşguh dike.
Desthilata Kurdî nekarî bi rêya dosyên enfal û kimyabarana Helebçeyê li ser asta navdewletî pêşî li van komkujiyên li ser Kurdan bigire.”