Berdevkê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser Kemal Akif da zanîn ku wan xalên hevpeymana Rûsî-Tirkî li Sochi şopand û niha wan xalan nîqaş dikin û di demeke nêz de ew ê helwesta xwe ragihînin.
Berdevkê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif der barê hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyê ji ajansa Hawar’ê re axivî û wiha got:.
Der barê encam û xalên ku ji civîna serokê Rûsya û Tirkiyê li Sochi îro derketî û bidawîbûna dema agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em wekî rêveberî niha van xalan nîqaş dikin û dinirxînin.
Di dema pêş de em ê helwesta xwe ragihînin.