Îtalya-Festîvala Maran..Piştî 2 salan careke din destpêkir

Li Îtalyayê her salê weke rêûresmeke kevneşop, festîvala maran tê lidarxistin.
Beşdarên festîvalê bawer dikin ku mar wan ji nexweşî û jehrê diparêzin.

Ev der gundê çiyayî yê Îtalya Cocoullo (Kokolo) ye..

Her salê li vê herêmê weke rêûresemeke kevneşopiya olî, festîvala Maran tê lidarxistin..

Lê ji sala 2020’an ve ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê ev yek hatibû rawestandin.

Û piştî 2 salan, fesîval careke din destpêkir.

Girseya gel tevî marên xwe beşdarî festîvalê dibe û bi wê yekê bawer in ku ev mar wan ji êşa diran û jehrên heywanan diparêze.

Di sed sala 14’an de cara pêşî Festîvala Maran li herêmê destpê kir.

Wê demê gel di bin navê xelasiya ji marên bi jaher, pîrozbahî li keşa Domenîc kirin..

Back to top button