Meclisa Giştî ya PYD’ê derbarê êrişên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê daxuyanî da

Meclisa Giştî ya PYD’ê derbarê êrişên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê daxuyanî da.. PYD’ê bang kir ku ev qirkirin bê rawestandin..

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk- PYD’ê di daxuyaniya xwe de got: Komploya plankirî ya hevpar a dewletên Herêmê û di sêrî de dagirkeriya Tirk, Hikumeta Kazimî û PDK’ê êdî bi hemû awayî eşkere bû.. Ev êriş di asta êrişa qirkirinê de ye ku di dîrokê de civaka Êzidî her pêre rû bi rû meye..”

PYD’ê diyar kir ku li şûna artêşa Iraqê êrişên dewleta Tirk a dagirker ku serweriya Iraqê binpê dike rawestîne, êrişî Şengalê dike û got: “Li şûna li hember êrişan bisekine, berê çekên xwe daye gelê xwe yê rastî hemû komkujî û êrişan hatiye.. Armanca Dewleta Tirk ew e ku projeya Demokratîk ya gelên bakur û rojhilatê Sûriyê û Şengalê têk bibe û herêmên zêdetir dagir bike. ”

Meclisa Giştî ya PYD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li artşa Iraqê kir ku vê qirkirinê yekser rawestînin û bang li hemû gelê Kurd û hêzên Demokratî jî kir ku dengê xwe bilind bikin.

Back to top button