Ji bo ku rewşa herêmê ji nêz ve bişopîne, Endamê parlementoya Ewropa, Javier Nart serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Nart ji aliyê Hevserokê Dayîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer ve hat pêşwazîkirin.
Omer di hevdîtinê de diyar kir ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û ne navendî pîvana çareserkirina siyasî ya demokratîk û diyalog, projeya Rêveberiya Xweser e.
Omer bal kişand ser giringiya beşdardiyar nûnerên Kurdan di danûstandinên komîtiya destûrî de jî.
Javier Nart jî metirsiya xwe ji ber zehmetî û barên ku rastî Rêveberiya Xweser tên, eşkere kir û razîbûna xwe ya li ser tecrûbeya Rêveberiya Xweser anî ziman û got:
“Rêveberiya Xweser nûnertiya hemû pêkhateyan dike û ew nimûneya baş ji bo çareserkirin û avakirina Sûriyeke nû ye.”
Nart bal kişand ser xeteriya malbatên çeteyên DAIŞ’ê jî û got:
“Divê hikumet û dewletên Ewropayê erka xwe li hember welatiyên xwe pêk bînin.”