Murat Karayilan: Konsepta dagirkeriyê ya Tirkiyê ji bo tevahiya gelê Kurd xeter e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan helwest û hevkariya PDK’ê ya bi êrişên dagirkeriyê re jî nirxand. Karayilan got, “PDK’ê biryara xwe li kêleka Tirkiyê da û hevkarî esas girt. Dixwaze li ser dagirkerî û sûcên dewleta Tirk ya ku li başûr digire bigire.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan helwesta PDK’ê û aliyên siyasî yên derbarê êrişên dewleta Tirk de jî nirxand.

Murat Karayilan ewil îşaret bi xeteriya êrişên tirkiyê yên li dijî Başûrê kurdistanê kir û wiha got:

“Ew dixwazin Başûr dagir bikin. Herêma ku em lê ne despêkê dagir bikin û piştre kontrola xwe li ser tevahiya Başûr çêbikin.

Ev konsepta dagirkeriyê ya Tirkiyê ya qirker ji bo tevahiya gelê Kurd xetereyeke.”

Karayilan anî ziman di vê serdemê de ku şerê cîhanê yê sêyemîn diqewime û herêm ji jinûve tê dîzaynkirin divê Kurd jî xwedî stratejiyeke hevbeş bin û got:

“Hewldan hene, lê bi taybetî hin derdor di vê mijarê de xwedî li berpirsyariyên xwe dernakevin.”

Murat Karayilan: Sekna siyaseta Başûr, hevkariya PDK’ê nahêle ku rûyê dewleta Tirk xuya bike

Murad Karayilan diyar kir di vê mijarê de sekna siyaseta Başûr, hevkariya PDK’ê, bêdengiya aliyê din nahêle ku rûyê dewleta Tirk xuya bibe.

Murat Karayilan: Yên ku bi dewleta Tirkiyê re tevdigere, wê sibe dewleta Tirk li stuyê wan jî siwar bibe

Karayilan dîroka dewleta Tirkiyê bi bîr xist û got: “Li Kurdistanê çiqas raperînên gelê Kurd çêbûne, dewleta Tirk ew yên serî hildan dan ber xwe û gelek Kurd jî bi xwe re xistin tevgerê.

Çûne ew raperîn tasfiye kirine, piştî tasfiye kirin vegeriya Kurdên bi xwe re, ew jî tasfiye kirin.

Yên ku bi dewleta Tirkiyê re tevdigere, wê sibe dewleta Tirkiyeyê li stuyê wan jî siwar bibe.”

Di dewamê de Murad Karayilan diyar kir her ku ew dixwazin sûcên dewleta Tirk teşhîr bikin, PDK ser sûcên wan dinixumînin.

Murat Karayilan: PDK ser sûcên dewleta Tirk dinixumîne

Murat Karayilan: Banga min ji bo her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrişên qirkirinê bêdeng nemînin

Murad Karayilan bang li tevahiya siyasetmedar,rewşenbîr,hunermedên Kurdistanê, bi taybetî siyaseta Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî kirinên dewleta Tirk û xeternakiya wê li berpirsyariyên xwe xwedî derkevin û li hemberî vê konsepta Tirkiyeyê ku dixwaze gelê me, destketiyên gelê me ji holê rakin bêdeng nemînin.

Back to top button