Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê Parêzer Destîna Yildiz diyar kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûye û polîtîkaya ceza li ser cezayê tê sepandin.
Parêzer Destîna got:
“Hemû mafên girtiyan ji destê wan hatiye girtin.
Li ser cezayê li wan hatiye birîn, cezakirinek din jî tê sepandin û girtî tên tecrîdkirin.
Parêzer Destîna diyar kir ku ev yek jî jiyana girtiyên nexweş dixe metirsiyeke mezin û ji mafê tenduristiyê û jiyana girtiyan, dewlet berpirs e.
Parêzer Destîna Yildiz herî dawî tekez kir ku divê girtî demildest werin berdan.