Gerîlayê ku îddîa kiribûn şehîd bûye ji ANF’ê re axivî

Çend roj berê medya deshilatdarîya AKP-MHP’ê îddîa kiribû ku gerîllayê HPG’ê Mêrxas Beytuşebab şehîd bûye. Gerîllayê Mêrxas ji ANF’ê re axivî û got: ”Ez li ser wezîfeya xwe me û heta têkbirîna dagirkeran em ê li ber xwe bidin.”

Dewleta Tirk a ku li hember gerîlla têk diçê, wek her carê serî li derew, şerê taybet û psîkolojîk dide.

Medyaya wan a deshilatdarîyê jî ji bo pêşkeşkirina van derewan her rê û rêbazê diceribîne.

Gerîlla HPG’ê Newzed Dûrmûş (Mêrxas Beytuşebab) dîyar kir ku dewleta Tirk tu carî nagihîje armanca xwe û ji ber vê yekê dixwaze bi şerê taybet encam bigre û hişê malbat û gelê Kurd tevlîhev bike.

Gerîla Mêrxas Beytuşebab: Ez li ser wezîfeya xwe me, tekoşîna xwe didomînin

Gerîlla Mêrxas bang li gel kir û got: ”Bi van derewan dixwazin gelê me bixapînin. Dovê gelê me bi van nûçeyên derew bawer nekin.

Ez li ser peywira xwe me û tekoşîna xwe didomînin.

Back to top button