Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalka bi serdanên girseyî di roja 71. de didome. Endamên Desteya Parastinê serdana çalakiyê kirin û bi daxuyaniyekê berxwedana gerîlalyan silav kir.
Îro endamên Desteya Parastinê ya herêma Cizîrê serdana çalakiyê kirin.
Endamên desteyê li ser sînor kom bûn û daxuyaniyek ji aliyê hevseroka desteyê Sozê Qamişlo ve hate xwendin.
Sozê Qamişlo çalakiya li Sêmalkayê weke “çalakiya rûmetê” pênase kir û êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla bi bîr xist û wiha got:
“Êrişên wiha bê guman berê jî çêbûne. PDK rûyê xwe yê rast di êrişên xwe yên li dijî herêmên gerîla û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nîşan dide.
Sozê Qamişlo diyar kir ku gelê Rojava zêdetirî du mehan e li bin vî konê ber xwe didin
û da zanîn berxwedan êrişên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê pûç dike.
Sozê di dawiyê de bang li gel, malbatên şehîdan kir ku li berxwedana gerîla xwedî derkevin.