HDP: Êrişên li dijî gelê Kurd di encama plana çokdanînê de hatin kirin

Beriya 6 salan îro, dewleta Tirk di çarçoveya plana çokdanînê de qedexeyên derketina derve li bi bajarên Bakurê Kurdistanê ragihand. Bi vê re êrişên li dijî gelê Kurd dest pê kir û bi sedan kes hatin qetilkirin. HDP’ê bi boneya rojê got, wê hesap ji desthiladariya AKP’ê ku sûcê mirovahî kir, were pirsîn. Li Cizîra Botan jî daxuyanî hate dayîn û hate gotin wê gelê Kurd tucar serî li ber êrişan netewîne.

“Dewleta Tirk a qirker di çarçoveya plana çokdanînê di 14’ê Kanûna 2015’an de li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê ên mîna Şirnex, Cizîr, Silopî, Hezex, Dêrik, Nisêbîn, Gever, Gimgim, Farqîn, Sûr û Kerboranê qedexeyên derketina derve ragihand.

Di bin navê qedexeyê de ji bo pêkanîna komkujiyan, bajar û navçe dorpêç kirin.

Di encama êrişên li dijî gel ê Kurd de yên di nava dorpêçan de bi sedan kes, di nav wan de siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar jî hatin qetil kirin.

Bi tenê 177 kes di bodrûmên Cizîrê de hatin şewitandin.

Di bodrûma Cizîrê de endamê Meclîsa partiyê a HDP’ê Mehmet Yavûzer tevî Mehmet Tûnç û Asya Yuksel qetilkirin.

Li Silopiyê polîsan li ber mala wê li Taybet Înan dan, cenazeyê wê 7 şev û 7 rojan li erdê ma.

Herwiha bi deh hezaran kes jî di encama êrişên dewleta Tirk a qirker de ji cih warên xwe koçber bûn.

Bi rasthatina salvegera ragihandina qedexeyên derve û dest pê kirina êrişên dewleta Tirk a qirker yên li dijî gelê Kurd, Koma parlementoyê ya partiya demokratîk a Gelan HDP’ê, civînek li dar xist.

Li ser navê komê parlementer Gulistan Koçyîgît daxuyanî da.

Gulistan diyar kir ku destpêka qedexeyan di dîrokê de wekî 14’ê Kanûna 2015’an be jî, ya rastirîn di civîna Desteya Ewlekariyê ya Navendî ya di 30’ê Cotmeha 2014’an de hatiye destpêkirin.

Gulistan Koçyîgît anî ziman ku bi wê civîne re plana çokdanînê li dijî gelê Kurd hate destpêkirin.

“Gelê Kurd li hember êrişan serî netewand û natewîne”

Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê jî ji bo salvegerê, li ber avahiya xwe daxuyaniyek da çapameniyê.

Malbatên kesên di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dabûn, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên MEBYA-DER’ê û gelek welatî amade bûn.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît ve hate xwendin.

Zîlan Ecevît bi bîr xist ku bi dorpêça li ser Cizîrê re qadên jiyanê yên gel hatin şewitandin û hilweşandin û got:

“Dewleta Tirk a qirker, di nav wan de jin, zarok, kal û pîr, li Cizîrê 300 kes qetilkir.”

Dawiya daxuyaniyê de peyam hate dayîn ku, heta îro gelê kurd ji ber tu zextî serî netewandiye û wê ji niha şûn ve jî netewîne.

Back to top button