Parêzer Berdan Acûn: Ji bo pêkanîna aştiyê divê birêz Ocalan azad bibe

Parêzer Berdan Acûn anî ziman ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê-DMME ya sala 2014’an, ji bo azadiya Rêber Apo bingehek hiqûqî ava kiriye û got: “Tecrîda li Îmraliyê nîşaneya israra di polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka Kurd de ye.
Dema mijar birêz Ocalan û mafên kurdan be, hêza siyasî tu gavan navêje.
Ji bo pêkanîna aştiyê divê birêz Ocalan azad bibe.”

Ev 36 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Rêxistinên hiqûqî û parêzvanên mafên mirovan ji bo dawî li vê bêhiqûqiya li Îmraliyê bê gelek caran serî li Wezareta Dadê dan.

Lê bi tu awayî bersiva van serlêdanan nehatiye dayîn.

Herî dawî hezar û 330 parêzeran di 22’yê Çileyê de ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dabûn.

Yek ji van parêzeran Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê- OHD a Amedê Berdan Acûn bû.

Berdan Acûn diyar kir ku bi salan e li Îmraliyê tecrîda mutleq tê meşandin û got:

“Ji Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek parêzvanên mafên mirovan li dijî vê rewşa li Îmraliyê têdikoşin.

Tecrîda li Îmraliyê nîşaneya israra di polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka Kurd de ye ku ji avabûna komarê heta niha berdewam dike.

Ji bo aştiya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk were, divê astengiyên li pêşiya birêz Ocalan bên rakirin.”

Berdan Acûn: CPT bi saîqên siyasî hereket kir

Acûn CPT’yê rexne kir ku hat Tirkiyê lê serdana Îmraliyê nekir û wiha domand:

“Ev tê wateya ku CPT ji derveyî armanca xwe ya damezrandinê bi hincetên siyasî tevdigere.

Tecrîd hem di hiqûqa neteweyî hem jî ya navneteweyî de êşkence û muameleya xerab e.”

Berdan Acûn: Bi biryara DMME’yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye

Parêzer Berdan Acûn anî ziman ku DMME’yê biryar da ku awayê sepandina tecrîda li ser Rêber Apo binpêkirina mafên mirovan e û got:

“Bi biryara DMME’yê ya sala 2014’an re divê Ocalan di girtîgehê de nemîne.

Ji ber ku di hiqûqa gerdûnî de cezayên giran ên wekî heta hetayê herî zêde 25-30 sal e.

Dema mijar birêz Ocalan û mafên kurdan be, hêza siyasî tu gavan navêje.

Ji ber ku biryara DMME’yê ji bo azadiya birêz Ocalan binesaziyek çêkiriye, berpirsyarî dikeve ser milê rêxistinên mafên mirovan û parêzvanên mafên mirovan.

Civak di wê baweriyê de ye ku ger birêz Ocalan azad bibe wê hemû pirsgirêk bên çareserkirin.”

Helwesta CPT ku serdana Îmralî nekir tecrîdê girantir dike

Back to top button