Hikûmeta Iraqê êrîşa Tirkiyê ya dawî şermezar kir

Hikûmeta Iraqê ji aliyê xwe ve êrîşa Tirkiyê ya dawî şermezar kir û banga rawestandina êrîşan kir.

Berdevkê Serokatiya Iraqê derbarê êrîşa dawî ya Tirkiyê li hember hêzên Iraqê ser sînor daxuayaniyek da û berteka xwe nîşan da.

Serokatiya Iraqê teqez kir ku êrîşa Tirkiyê ya îro, qanûn û mîsaqên navdewletî binpê dike.

Serokatiya Iraqê got ku êrîşên domdar yên Tirkiyê ser xaka Iraqê, binpêkirineke xeternak li ser serweriya welêt e.

Her wiha bang li Tirkiyê hat kirin ku hemû operasyonên xwe yên ku serweriya Iraqê binpê dike, rawestîne.

Cîgirê Yekem yê Serokê Parlamana Iraqê, Hesen El-Kaebî jî bang li Konseya Ewlehiyê kir ku li dijî binpêkirinên Tirkiyê destwerdanê bike.

Meclisa Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê jî, civînek pêk anî û binpêkirinên Tirkiyê û hebûna hêzên biyanî li welêt nîqaş kirin.

Back to top button