Li Efrînê 2 çeteyan êrîşî mala jinan kir, hewl dan tecewuz bikin

Her roj kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yê derexlaqî li Efrînê, eşkere dibin. Li Efrînê, vê carê çeteyên Tirkiyê êrîşî maleke ku tenê jin lê ne, kirin û hewl dan jinan tecewuz bikin. Her wiha li navçeya Cindirêsê ya Efrînê jî çeteyekî bi armanca zewaca bi darê zorê zaroka 17 salî revand.

Rojane şêniyên Efrînê rastî kirIrên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên dermirovî tên.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan, ragihand ku duh êvarê 2 çeteyên ku serxoşbûn, êrîşî malekê li navenda bajarê Efrînê kirin.

Çavdêriyê da zanîn ku ew mal tenê jin û zarok lê dimînin, lewra çeteyan hewl daye wan tecewuz bikin.

Çeteyekî ji bo zewaca bi darê zorê zaroka 17 salî revand

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê jî ragihand ku li gundê Celmê yê navçeya Cindirêsê çeteyekî zaroka bi navê Hêvîn Morî ya 17 revand.

Rêxistinê da zanîn ku wî çeteyî bi armanca zewaca bi darê zorê, zaroka temen biçûk revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Surî jî ragihand ku di nava 2 salên dagirkeriyê de 300 zarok bi darê zorê bi çeteyan re hatine zewcandin.

Rewşên ku hatine tomar kirin jî wiha ne:

Li Şiyê zaroke

Li taxa Zêdiyê yê navenda Bajêr, zarokek

Li gundê Coqê rewşek

LI gundê Emara yek, Şêxûtkê 2 rewş piştî xastinê malbata wê ji gund reviyan.

Rewşek li Cindirêsê

Rewşek li Xaziyana yê Mabata

Û rewşek li gundê Naza yê Şera, piştî xastinê malbeta wê ji gund reviyan.

Ev tenê çend mînak bûn , lê di rastiyê de jimar gelekî zêde ye..

Ev tev zagona navdewletî bin pê dike û weke sûcekî şer tê kirin.

Back to top button