Li Iraqê 306 rewşên nû yên bi Coronayê hatin tomarkirin

Li Iraqê di 24 saetên dawî de 306 kes bi vîrûsê ketine, 66 kes baş bûne û 10 jî mirine.

Li Iraqê her ku diçe hejmara kesên bi virûsê  dikevin zêde dibe.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê daxuyaniyeke nivîskî daneyên dawî yên derbarê vîrûsa Coronayê de,belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di nava 24 saetên dawiyê de 5 hezar 644 testên virûsê hatin çêkirin û di encamê de derket ku 306 kes bi vîrûsê ketine.

Her wiha hat destnîşankirin ku 66 kes baş bûne, 10 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, heya niha li Iraqê  6 hezar 179 kes bi virûsê ketine,ji wan 3 hezar 110 kes baş bûne û 195 kes jî mirine.

Back to top button