çeteyan 2 şêniyên Efrînî revandin

Li Efrîna dagirkirî jî zilm û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dike.
Li navçeyên Şêrawa û Mabata dagirkeran, 5 sivîlên din revandin.

Li Bajarê Ezazê, Çeteyên Cebhe El-Şamiye yên bi ser dewleta Tirk a dagirker 2 şêniyên gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyan şêniyên bi navê Mahir Xalid Oso û Mistefa Ebas El-Ehmed revandin, heya niha jî çarenûsa van her du sivîl ne diyar e.

Ji navçeya Mabata 3 kesên ji malbatekê hatin revandin

Malpera Afrinpost jî diyar ku ji gundê Satiya yê Mabata, çeteyan malbateke ku ji sê kesan pêk tê, revand.

Li gorî Malperê, Sibata derbasbûyî, çeteyan şêniyê bi navê Cefer mihemed, hevjîna wî û zarokê wan yê bi navê Ehemed revandin.

Çeteyan 61 terektorên cotkarên Kurd desteser kir

Li aliyekî din Malperê eşker kir ku çeteyan 61 terektor ên şêniyên gundên Kemrokiya û Ereb Şêxo yên navçeya Mabatayê desteser kirin.

Li gorî malperê, ji ber xwediyên van terektoran, qebûl nekir karê sixuriyê ji çeteyan re bikin, ev yek li dijî wan pêk anî.

Back to top button