Peşmergê Dêrîn: Dewleta Tirk bi destê PDK’ê dixwaze Êzîdiyan qirbike

Pêşmergeyê dêrîn ê Başûrê Kurdistanê Osman Mihemed diyar kir dewleta Tirk dixwaze bi destê PDK’ê Êrîşî Şengalê bike.

Pêşmergeyê dêrîn Osman Mihemed ji bo piştgirî bide berxwedana gelê Şengal serdana Şengalê kir û helwesta PDK’ê ya li dijî civaka êzîdî rexne kir.

Osman Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi destê PDK’ê dixwaze civak êzîdî ya ku koka kurdan e, ji holê rabike û pêşî yekîtiya kurdî bigre.

Pêşmergeyê Dêrîn ê Başûrê Kurdistanê bang li hemû pêşmergeyan kir ku li hember hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re bêdeng nemînin û ji PDK’ê jî xwest ku neyê lîstikê dewleta Tirk.

Back to top button