Li Maribê 30 çekdarên Husî hatin kuştin

Şerê di navbera Artêşa Yemen û çekdarên Hûsî de, gur dibe.
Di encama êrîşa artêşa Yemenê li Maribê de 30 çekdarên Hûsî hatin kuştin.

Li gorî nûçeyên ajansa SABA ya girêdayî hikumetê, arteşa Yemenê ragihand ku duh çekdarên Hûsî êrişî eniya El Kesra ya rojavayê bajarê Maribê kirin.

Di şerê navbera artêşa Yemen û çekdarên Hûsî de 30 çekdar hatin kuştin.

Têkildarî kûştî û ziyanên artêşê agahî nehatine dayîn.

Balefirên Koalîsyonê desteka hewayî dane hêzên artêşê û yekîneyên topavêjê wesayiteke zirxî ya Hûsiyan teqandine.

Bajarê Maribê di navbera Hadramft, El-Qaf, El- Beyda û paytext Sanaa yê de, cihekî têkliyane.

Her wiha çavakinyeke bi hêz ya petrol, gaz û avê ye.

Çekdarên Hûsî yên piştevaniya xwe ji Îranê digirin ji Îlona 2014’an ve, paytext Sanaa û çend herêmên din kontrol dike.

Hêzên koalîsyonê bi pêşengtiya Erebistana Siûdî jî ji Adara 2015’an ve li dijî çekdarên Hûsî piştevaniya Artêşa Yemenê dikin.

Back to top button