Şêniyên Zirganê li dijî êrişên dewleta Tirk di nava amedekariyan de ne

Dewleta Tirk bi hemû cûreyên çekên giran û balafirên bê mirov êrişên xwe li ser herêmê didomînin. Pêkhateyên herêmê di çarçoveya rewşa awarte ya li hemberî gefên dewleta Tirk amadekariyên parastinê xurt dikin. Rêveber û Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî diyar kirin ku ew li hember hemû êrişan bi hêzên xwe di nava amadebaşiyê dene.

Li dijî gefên dagirkeriya dewlea Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî şêniyên herêmê di nav amadebaşiyê de ne.

Têkildarî vê yekê Hevserokê Meclisa Navçeya Zirgan Salih Mistefa Semo ji Ajansa Hewarê re axivî.

Salih Mistefa diyar kir ku meclis û komîteyên wê di radeya yekemîn de hewl didin herêmê ji dagirkeriyê biparêzin û ev yek got :

” Şêniyên herêmê ji bo xwe li dijî êrişan biparêzin niha bi rêka meclisên herêman, xwe fêrî bikaranîna çekê dikin, perwerdeya wê dibînin.”

Şêniyên herêmê: Emê li gel QSD’ê bi hev re axa xwe biparêzin dikin

Bi heman ermancê Serokê Nivîsgeha Partiya Muhafizkaran a bajarê Hesekê jî Mihemed El-Berak axivî .

Mihemed El-Berak da zanîn ku dagirkeriya Tirk diwaze xaka Sûriyê parçe bike û pirojeya çareserkirina aloziya Sûriyê taloq bike.

Ji aliyê xwe ve Serokê Nivîsgeha Partiya Komarî ya Kurdistanê Mihemed Ehmed jî dibêje :

“Armanc gefên dewleta Tirk têkbirina destkeftiyên şoreşa Rojava ye.”

Mihemed Ehmed tekez kir ku gelê herêmê bi hemû eşîr, partiyên siyasî û hêzên xwe hevgirtî ne, wê li dijî êrişan xwe biparêzin.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Fadil El-Hisên jî destnîşan kir ku parastina herêmê ne ji QSD’ê tenê tê xwestin lê belê ji tevahî sûriyan tê xwestin.

Endamê Sekretariya Giştî ya Partiya Pêşxistin û Guhertin a Demokratîk Ebdullah Riwêşid jî ev yek got :

“QSD’ê bersiva êrişên dide, divê gelên herêmê jî li derdora wê kom bibin û destkeftiyan biparêzin.”

Herî dawî Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Mezlûm Omer diyar kir ku êriş hemû pêkhateyanên herêmê dike hedef.

Mezlûm Omer dawiyê de ev yek got :

“Dewleta Tirk bi hincetên nerast hewl dide timayên osmaniyan vegerînin.

Û xaka me dagir bike da ku împratoriya osmaniya nû lê ava bike.”

Back to top button