Rêveberiya Xweser bîlançoya êrişan eşkere kir

Dewleta Tirk a qirker li dijî herêmê dest bi pêleke nû a êrişan kiriye.
Di vê êrişê de, her tişt daye ber xwe.
Tenê di nava rojekê de, 40 caran êrişî herêm hate kirin.
8 welatî şehî dû 18 jî birîndar bûn.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku 2 hezar û 200 gund û bajar di tariyê de hatine hiştin.

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina gelê herêmê ji şeva 24’ê Kanûnê heta derengiya şeva 25’ê Kanûna 2023’an pêleke nû êrişan ser herêmê da despêkirin.

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk encamên êrişên wêranker eşkere kirin.

Rêveberiyê diyar kir ku artêşa Tirk bi 7 balafirên şer û 33 balafirên bêmirov û biçek li dijî herêmê 40 êriş pêk anîne.

“Li dijî Qamişlo, Amûde û Kobanê 40 êrîş pêk hatine”

Di bîlançoyê de têkildarî êrîşan ev agahî hatin parvekirin:

Li Qamişloyê dijî stasyona Sadkobê ya li taxa Cirnik, depoya madeyên xwarinê, kargehek li taxa Eleya, çapxaneya Sîmav, nexweşxane û hinek cihên dein, 31 êriş pêk hatin.

Li gor Nivîsgeha Kar û Barên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şehîd Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Hisên Ehmed û Riyad Hemo di êrişa li ser çapxaneya Sîmav de şehîd bûne.

Her wiha Rênas Hemîd Hisên di êrişa li ser kargeha êm a El Cezîre, Ferhan Temê di êrişa li ser kargehekê li taxa Eleya, Aye El Sebawî di topbarana li ser aşxaneya gundê Um El Fursan ê Qamişloyê û Faris El Faris di topbarana li ser bajarê Qamişloyê de şehîd bûn.

Li navçeya Amûdê 3 êriş li dijî hola dawatan a Kerem, depoya genim û depoya zeytûnan pêk hatin.

Li Kobanê garaca erebeyan, nexweşxaneya Meştenûr a ku Rêxistina Bijîşkên Sînornenas a navneteweyî piştgiriya wê dike di nav de, gelek cihên din , 6 êriş hatin armanckirin.

Bêtirî 2 hezar û 200 gund û bajar di tariyê de ne

Di encama êrişan de bêtirî 2 hezar û 600 gund û bajar di tariyê de ne.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyonên elektirkîkê yên li Qamişlo, Dêrik û Dirbêsiyê bombebaran kirin.

Hemwextî êrişan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Dendeniye yê bakur rojavayê Minbicê bi çekên giran û hawanan ji baregeha leşkerî ya li gundê El Şêx Nasir topbaran kirin.

Ruxmî ku gundê Dendeniye tije şênî ne.

Di encama êrişan de 8 welatî şehîd û 18 jî birîndar bûn.

Di êrişan de 18 welatî birîndar bûn ku niha li nexweşxaneyên herêmê tên dermankirin.

Back to top button