Heyva Sor a Kurd ji bo erdhejê tedbîr girtin

Heyva Sor a Kurd ji bo rewşa awarte ya erdhejê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên vedana konan dike û tedbîr girtine.

Di erdheja ku ji saet 4:15 deqeyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê rû dayî de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Ji bo vê rewşa awarte a li herêmê heyva Sor a Kurd ji bo demek nediyar konan vedidin ku kes li kolanan nemînin.

Ev kon wê heta ku rewş aram bibe bimîne.

Her wiha ji bo van rewşan wê ambolans û doxtor jî li bin konde amadebin.

Tîmên tenduristiyê jî ji bo vê rewşê seferberin ku rewşek li kur rû bide ku alîkarî bikin.

Ji bo rewşên lezgî jî hun dikarin li van jimaran bigerin:

  • 0932125933
  • 0949356870
  • 0935288541
  • 0996877447
Back to top button