Wezareta Tendurstiyê ya Şamê: Zêdetirî 430 kesî jiyana xwe ji dest daye

Erdheja li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bandora wê bi awayekî xurt gihaşt Sûriyê.
Wezareta Tendurstiyê ya Hikûmeta Şamê ragihand ku di encama erdhejê 430 kes jiyana xwe ji dest dan û hezar û 315 kes birîndar bûn.
Li herêmên di bin serweriya komên çete yên girêdayî dewleta Tirk jî ji ber erdhejî ziranên mezin dîtin.

Vê sibê li Sûriyê di seatên berbangê bi pileya 7,7 erd hejiya..

Li Sûriyê jî bandora wê zêde bû û li herêmên weke Heleb, Laziqiyê, Tertûs û Hemayê zirar hebûn.

Bi dehan ji avahiyan bi ser niştecihên wê ve ketin.

Di wexta buyerê bi hezaran ji şêniyan ji malên xwe derketin û ber bi cihên bê avahî ve çûn.

Tîmên Tenduristiyê û tîmên Lêgerînê li cihên hilweşiyî ji seatên destpêkê ve hewl didin xelkê ji bin kavilan derbixin.

Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê Wezareta Tendurstiyê ya Hikûmeta Şamê ragihand ku ji ber erdhejê 430 kesî jiyana xwe ji dest daye û hezar 315 kes jî birîndar bûn.

Li gorî wezaretê, ev encam li parêzgehên Heleb, Lazqiyê, Tertûs û Hemayê ne.

Her wiha Wezaretê da zanîn ku ev ne hejmara dawî ye, ji ber ku xebatên lêgerînê dewam dikin.

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Hikûmeta Şamê jî ji ber erdhejê li hemû parêzgehên Sûriyê girtina dibistanan ragihand.

Back to top button