Bandora erdhejê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê pêk hat, bandora wê li Bakur û rojhilatê Sûriyê hebû.
Li gorî desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 44 kes jî birîndar bûn.

Li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê, bandora erdhejê zêde bû.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji kêliya destpêkê de derket kolanan..

Li bajarê Qamişlo ziyan gihaşt malên welatiyan.

Li bajarê Kobanê hinek avahî hilweşiyan.

Ji ber Erdhejê zerar gihaşt keleha Necim a di navbera Kobanê û Minbicê de jî.

Li Efrîna dagirkirî, bi taybet li navçeya Cindirêsê, gelek avahî hatin xwarê û bi dehan kes di bin kavilan de mane..

Desteya Tenduristiyê: Di erdhejê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 44 birîndara bûn

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa bîlançoya destpêkê ya erdhejê eşkere kir.

Ciwan Mistefa da xuyakirin ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 33 kes jî birîndar bûne, li Şehbayê 5 kes birîndar bûne, li Kobanê 4 kes û li Minbicê jî 2 kes birîndar bûne.

Mistefa diyar kir ku tevahî nexweşxaneyên Rêveberiya Xweser amade ne pêşwaziya birîndarên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên derveyî wê bikin.


Back to top button