Li Bakurê Kurdistanê bîlançoya erdehejê giran dibe

Ji ber erdhejê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan
Li bajarên Mereş û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê ku navenda erdhejê bûn bi dijwariya 7.8 pileyî erd hejiya.
Ji ber erdhejê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes hîne di bin kavilan de ne.

Li Bakurê Kurdistanê danê siharê erdhejek bi hêz çêbû.

Bajarê Girgûm(Mereş) bi pileya 7.4 û bajarê Dîlokê(antep) jî bi pileya 6.5 û 6.4 hejiyan.

Erd hej li gelek bajarên din ên Kurdistanê jî hate hîskirin.

Hate ragihandin erd hej derdora saet 04.17’an de pêk hatiye.

Li gor ragihandina Tirkiyê erdhej bi kurayiya 7 kîlometre, bi pileya 7.4 navenda wî navçeya Pazarcix a Bajarê Gurgumê bûye.

Erdhejên li Girgûm(mereş) û Dîlokê bandor li Amed, Semsûr, Meletî, Riha, Êlih, Çewlig, Elezîz, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Edene, Osmaniye, Hatay û gelek bajarên din kir.

Her wiha danê nîvro saet li 13.24’an bi pileya7.5 erdehejêk din pêk hat.

Navenda erdhejê wek navçeya Gozpinar a Mereşê hat diyarkirin û 16.4 di bin erdê de pêk hat.

Erdhej li Enqereyê, Riha, Amed, Meletiyê û Edeneyê jî hat hîskirin û gelek avahî hilweşiyan û xesar gihîşt avahiyan.

Ji ber erdhejê heta niha hezar û 498 kesan jiyana xwe ji dest dane

Li gorî agahiyên herî dawî bi giştî 1498an kesan jiyana xwe ji dest dane û 8533 kes jî birîndar bûne.

Her wiha 2834 avahî jî hilweşiyane û gelek kes hîna jî di bin xirbeyan de mane.

Back to top button