
33 Partî û hêzên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo daxwaza qedexekirina qada ezmanî li hemberî êrişên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêngava haştagê ragihadin.Pêngav wê 23’ê tîrmehê, saet 20:00 de were destpêkirin.
Partî û hêzên siyasî bi daxuyaniyekê roja destpêkirina pêngava heştagê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Me ji 2011’an ve ji bo pêkanîna şoreşa demokratîk gelek berdêl dan.
Me bi hemû pêkhateyên herêmê re Rêveberiya Xweser damezrand.
Tevî ku me şerê DAIŞ’ê kir û hevkarê herî girîng yên Hevbendiya Navneteweyî ne, lê herêmên me her tim rastî êrişên dagirkeriya Tirk tên.
Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dixwazin weke ku Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kirine, herêmên nû dagir bikin.
Pêngava haştagê 23’ê Tîrmehê saet 20:00 dest pê dike
Em 33 partiyên siyasî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatê dimeşînin û xwedî li şoreşa 19’ê Tîrmehê derdikevin, me pêngava xwe ya qedexekirina qada ezmanî li ber êrişên Tirkiyê li qadan da destpêkirin, û em ê bi pêngava haştagê ya li medya dîjîtal dewam bikin.
Pêngav wê 23’ê tîrmehê saet 20:00 were destpêkirin.