Koçberên li 5 kampên kantona Şehbayê, 2 hezar û 500 malbatên ji herêmên erdhejê pêşwazî kirin..
Tevî derfetên kêm û şert û mercên koçberî û dorpêça hikumeta Şamê jî alîkarî dan wan.
Şêniyên bajarê Helebê û herêmên ji ber erdhejê zirar dîtine berê xwe dan Şehbayê.
Di çend rojên borî de, 2 hezar û 500 malbatên mexdûrên erdhejê yên berê xwe da 5 kampên li Şehbayê..
Koçberên Efrînê yên li herêmê ew malbat li konên xwe bi cih kirin.
Têkildarî mijarê, endamê rêveberiya Koordînasyona Kampan a Şehbayê Xelûsî Misto axivî..
Xelûsî Misto diyar kir ku Rêveberiya kampan û komînan hemû pêdivî li wan belav kirin.
Misto bang li rêxistinên têkildar jî kir ku alîkariyê bidin şêniyan ..