Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê avahî ji ber erdhejê qelişîne

Di encama erdhejê de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê gelek avahî qelişîn ..
Êdî ev yek jî ji bo jiyanê ne guncaw in.

Li gorî nexweşxaneya Şehîd Xaxlid Fecir, di encama erdhejê de li rex ku avahî qelişîn, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

25 kes jî birîndar bûn.

Ji dîmen û wêneyan xuya dibe ku gelek avahî qelişîne û xwar bûne..

Êdî tê de jiyan ne gengaze û dikin hilweşin.

Komînên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye niştecih ji avahiyên bi zerar derxistin û li navendên hewandinê, bi cih kirin.

Komîteyên Endazyariyê yên Şaredariya Gel li ser avahiyan digerin û keşf dikin ..

Avahiyên ber bi hilweşînê ve, ji niştecihan vala dikin.

Back to top button