Rêveberiya Xweser ji mexdûrên erdhejê yê Helebê re alîkarî şand

Rêveberiyê 50 tankên sotemeniyê ji mexdûrên erdhejê yê ji Helebê re şand, lê hikûmeta şamê heta niha destûrnedaye ku ev sotemenî derbas bibe.

Endamê Maseya Krîzê û Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mele Îbrahîm têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Ciwan Mele diyarkir erkeke wan ê mirovîye ku ji mexdûrên erdhejê re bibin alîkar û got:

“Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de amade ne alîkariyan bişînin herêmên ku ji ber erdhejê wêran bûne.

50 Tankên sotemeniyê li ber deriyê Tayiheyê benda erêkirina hikûmeta Şamê ye

Me bi aliyên fermî yên li bajarê Helebê re têkilî danî, da ku em alîkariyê bişînin.

Niha 50 tankên sotemeniyê gîhîşt li ber deriyê Tayiheyê.

Em li bendê en ku hikûmeta Şamê destûr bide ku ev alîkarî derbas bibe.

Divê em nakokiyên xwe bi din aliyeke li gor rewşa mirovî tevbigerin.

Wek rêveberiya xweser çi destê me bê emê ji bo gelên herêmê bikin”

Hêjayê bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweser 30 tankên sotemeniyê jî ji herêmên din ê dagirkirî re jî şandiye, lê ev alîkarî jî li deriyê Em Cilûd ê di navbera Minbic û bajarê Cerablûs ê dagirkirî de sekinîne.

Back to top button