Asayîşa Tekya girêdayî Çemeçemal êrişê meşa li dijî komploya 15’ê Sibatê kir

Asayîşa Silêmanî duh bi şev êrişê meşa ciwana ya li dijî komploya 15’ê Sibatê kir û 9 ciwan binçav kir .

Li bajaroka Tekye ya navçeya Çemçemalê ya Başûrê Kurdistanê ciwanan duh bi şev bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî meşek lidar xistin.

Lê ev çalakiya ciwnan rastî astengiya asayîşa bajaroka Tekye ya navçeya Çemçemalê ya bi ser bajarê Silêmaniyê ve hat.

Asayîşê êrîş bire ser meşê û 9 ciwanan binçav kir.

Heta niha nayê zanîn bê ka ev ciwan li kûderê ne.

Malbatên ciwanan bang li rayedarên bajaroka Tekyeyê kirin ku zarokên wan berdin.

Back to top button