Şahî û pîrozbahiyên Newrozê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Şêniyên Eyn Îsa û herêma Koçeratan agirê Newrozê vêxistin.
Îro şêniyên navçeya Eyn Îsayê li navenda navçeyê bi dirûşmên silavkirina Cejna Newrozê û berxwedana rêber Abdullah Ocalan agirê Newrozê vêxistin.
Şêniyan piştî ku agir vêxistin govend gerandin.
Her wiha li gundê Besta Sûsê yê Koçerata ya girêdayî bajarê Qamişloyê Navenda Pargîn a Folklorî şahiyek li darxist û agirê Newrozê vêxistin.
Pişt re govend li ber stranên herêma koçeran hatin gerandin.